Ji Hevpeymaniya Navdewletî daxuyanî: Wê pistevaniya Pêsmerge û HSDê berdewam bike
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi beşdariya wezîrên derve û nûnerên 83 welatên cîhanê îro 11ê Gulanê li bajarê Merakeş ê Fasê (Mexrîb) civiya.
Piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hat belavkirin ku tê de, hatiye ragihandin wê têkoşîna dijî terorîstên DAIŞê li Afrîka û Rojhilata Navîn berdewam bike.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em di piştevanîya Pêşmerge berdewam dikin û jinavbirina DAIŞê li Iraqê karê me yê herî li pêş e.”
Hevpeymaniyê da xuyakirin, ji bo pêşîgirtina serîhildana DAIŞê, alîkariyên wan ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê berdewam dikin, li Sûriyê jî alîkariya hêzên xwecihî yên (Hêzên Sûriya Demokratîk – HSD) dikin.
Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê cara yekem civîna xwe li welatekî Afrîkayê li dar dixe ku bi vexwendina Wezîrê Derve yên Mexrîbê û Nûnerê Wezîrê Derve yê Amerîkayê hatiye sazkirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî di civînê de axivî û ragihand, 500 malbatên DAIŞê yên iraqî ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Kampa Ceda ya Mûsilê hatine veguhestin ku piraniya wan zarok bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin