Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya alîkariya bo 13 hezar kesan
PeyamaKurd - Hikûmeta herêma Kurdistanê li ser belavkirina alîkariyê ji bo 13 hezar kesên xwedî pêdiviyên taybet ku hin kanalan weke destkefta partî û aliyekî daye nîşandan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ne destkefta ti partiyekê ye û bi biryara hikûmetê ew alîkarî hatiye dayîn.
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Hinek kenalên ragehandinê bi awayekê mijara alîkarîkirina 13 hezar xwedî pêdivîyên taybet behiskirine weke ku destkeveteke hizbî be.
Li vir em zelal dikîn ku ev mijar di civîna hejmare 4, ya Civata Wezîran li 7/8/2019 biryar li ser hatîye dayîn.
Hikumeta Herêma Kurdistanê mulkê hemû hemwelatîyên Kurdistanê ye û her biryarek jî ji alîyê hikumetê ve derkeve ya hemû Herêma Kurdistanê ye û alîyên beşdar jî di nav hikumetê de di çarçoveya bernameya hikumetê de, bê cudahî xizmeta hemwelatîyan dikin.
Herwiha birêz serok wezîrên Herêma Kurdistanê di pêşekîya xîçên giştî yên bernameya karê kabîneya nehem de amaje bi wê yekê daye ku wezaret, wezaretên hikumeta Herêmê ne nekû yên hizbên beşdar di nav kabîneyê de.
Hêvîdarîn dezgehên ragehandinên hizbên beşdar di nav hikumetê de evê binemayê bixin ber çavan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin