Ji Îranê bi nirxa 1.2 milyar dolar kelûpel hatin hinardekirin
PeyamaKurd - Rêveberê Gumrika Parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê Xelîl Heyderî ragihand ku di 7 mehên derbasbûyî de bi rêya deriyên sînor ên parêzgeha Kirmaşanê re zêdeyî milyarek û 200 milyon dolar kelûpel û madeyên din ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinardekirin.
Rêveberê Gumrika Kirmaşan Xelîl Heyderî got ku nêzîkî 3 milyon ton kelûpel û madeyên din di deriyên sînor ên Kirmaşan de ji bo derve hatine hinardekirin ku di warê nirx de bi rêjeya ji sedî 26 û di warê weznê de bi rêjeya ji sedî 16 bilind bûye.
Xelîl Heyderî da zanîn ku çalaktirîn deriyê bazirganî Deriyê Perwêzxan e ku asta hinardekirina kelûpelan di dema 7 mehên derbasbûyî de bi rêjeya ji sedî 23 li wî deriyî zêde bûye.
Berpirsê Gumrika Kirmaşanê got ku piraniya wan kelûpel û madeyên ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinardekirin, ji bacan, hesin, pola û madeyên paqijkirinê pêk tên ku nirxa wan zêdeyî milyarek û 200 milyon dolaran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin