Ji Îsraîlê bo sivîlên sînorê Lubnanê belavokên hisyarîyê…

15 December 2023 19:01 0 dîtin
Ji Îsraîlê bo sivîlên sînorê Lubnanê belavokên hisyarîyê…

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Îsraîlê, li herêmên başûrê Lubnanê belavokên hişyariyê avêtin ku tê de ji bo dûrî hêzên Hizbullahê bin hişyarî tê kirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê balafirên Îsraîlê asmanê Lubnanê binpê kirine û li ser bajaroka Kefr Şûba broşur belav kirine.

Di wan belavokan hatiye gotin ku Hizbullah li dijî Îsraîlê li wan herêmên sînorî ketiye nav erdên sivîlan û malên wan û ji bo planên terorîstî bikar tîne.

Ji niştecihên herêmê hatiye xwestin ku Hizbullahê bidin rawestandin, hay ji xwe hebin û hatiye gotin: “Xetera rastîn xwe veşartina Hizbullahê di nav herêmên sivîl de ye. Ya zirarê dide we ev e.”