Ji Komîteya Konseya Ewropa daxuyaniya Demirtas û Kavala: Heta neyên berdan…

12 March 2021 18:53 0 dîtin
Ji Komîteya Konseya Ewropa daxuyaniya Demirtas û Kavala: Heta neyên berdan…

PeyamaKurd – Komîteya Wezîran a Konseya Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Tirkiyê kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan bicih bîne û Selahattîn Demirtaş û Osman Kavala ji girtîgehê berde. Komîteyê diyar kiriye ku heta biryarên berdanê pêk neyên ew dê di her civîna xwe de mijarî bînin rojevê.

Komîteyê ji seroktiya Konseya Ewropayê daxwaz kir li ser mijara girtîmayîna Demirtaş û Kavala û bibîrxistina biryara DMMEyê nameyekê ji Wezareta Derve ya Tirkiyê re binivîse.

Di daxuyaniya Komîteyê de hatiye bibîrxistin ku Tirkiyê demeke nêzîk ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan’ qebûl kiriye û Konseya Ewropa jî amade ye ji bo bicihanîna mafên mirovan ji Tirkiye re bibe alîkar.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku rewşên girtîmayînê hê jî binpêkirina mafan bi xwe re tînin û pêwîste li gorî biryarên DMMEyê derhal proseya berdanê pêk were û biryar hatiye dayîn heta ev yek pêk were di her civîna komîteyê de were rojevê.