Konseya Ewropa ji bo Demirtas heta 22yê Hezîranê dem da Tirkiyê
PeyamaKurd - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser bicihneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bo serbest berdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş heta 22yê vê mehê dem da Tirkiyê.
Parêzera Demirtaş, Benan Molu li ser twitter biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê belav kir û got, heta 22ê Hezîranê ango 12 rojên din dem ji bo Tirkiyê hatiye dayîn ku nexşerêyekê ji bo xurtkirina serxbiweyîya darazê amade bike.
Benan Molu ragihand: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta 22 Hezîranê dem da Tirkiyê ku li ser biryara Dayireya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Selahattin Demirtaş de ku ji aliyê Enqerê ve nehatiye bicihanîn, nexşerêyekê amade bike û tedbîrên ji bo xurtkirina serbixweyîya darazê bicih bîne.”
Herwiha komîteyê biryara 9-11ê Adarê ya 4 sal û 8 meh dayîna cezayê bo Demirtaş bibîr xistiye û derbarê wê dosyeyê de û encamên wê biryarê de zanyariyên berfireh ji Tirkiyê xwestin.
Di biryara komîteya wezîrên Konseya Ewropayê de bi giştî ji bo agahdarkirina berfireh derbarê dosyeya Demirtaş de heta 22yê Hezîranê dem bo Tirkiyê hat dayîn ku tê gotin, girtîmayîn û cezakirina Demirtaş encama fişareke siyasî ya li ser opozîsyonê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin