Konseya Ewropa ji bo berdana Demirtas heta 30yê Îlonê dem da Tirkiyê
PeyamaKurd - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji bo berdana Selahattin Demirtaş û aktivîst Osman Kavala ji girtîgehê û hilweşandina biryara girtina wan heta 30yê Îlonê dem da Tirkiyê.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi armanca şopandina bicihkirina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) civiya.
Komîteya Konseya Ewropayê, ji bo hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û girtiyê Doza Geziyê Osman Kavala ku ligel biryara demildest berdana wan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî nehatine berdan, biryar da.
Komîteyê ji bo berdana Demirtaş û hilweşandina biryara girtina wî heta 30yê Îlonê dem da Tirkiyê ji bo berdana Osman Kavala jî biryar da ku heta rûniştina meha Kanûnê ya dadgehê li benda berdana Kavala bê sekinandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin