Daîreya Mezin a Dadgeha Ewropa banga ‘derhal’ berdana Demirtas kir
PeyamaKurd – Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser rewşa girtin û binpêkirinên li hemberî hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demirtaş hatine kirine, îro 22yê Kanûnê civiya û biryar da.
Dadgeha bilind a Ewropayê car din banga demildest azadkirina Demirtaş li hikûmeta Tirkiyê kir û ragihand, “Girtina Demirtaş ne hiqûqî ye, bi hincetên siyasî ve girêdayî ye.”
Dadgehê biryara xwe ya berê ku dîsa bi hinceta binpêkirinên hiqûqî daxwaza berdana Demirtaş kiribû bibîr xist û got, “Girtîmayîna wî wê bê wateya berdewamkirina binpêkirinê. Mafê derbirinê yê Demirtaş hatiye binpêkirin.”
Parêzerê Demirtaş, Mahsunî Karaman derbarê biryara DMMEyê de li ser hesabê xwe yê medya civakî got: “Daîreya Mezin a DMMEyê wekî ku diviya bike ji bor Selahattîn Demirtaş biryareke dîrokî daye û hemû tohmetên li ser vala derketine. Hatiye tesdîqkirin ku 4 sal in Demirtaş bi hincetên siyasî hatiye rehînkirin. DMMEyê biryara derhal berdana wî da.”
1- Aihm Büyük Dairesi, olması gerektiği gibi, Sn Demirtaş ile ilgili ağır ve tarihi bir karar ile derhal tahliye kararı vermiştir. Bu kararla, müvekkilimiz hakkındaki tüm suçlamalar boşa çıkmış, müvekkilin 4 yıldır siyasi sebeplere bağlı rehin tutulduğu gerçeği tescil edilmiştir.
— Mahsuni Karaman (@av_mkaraman) December 22, 2020
Parêzerê Demirtaş herwiha destnîşan kir ku ev biryara DMMEyê teqezî û wekî ferman e û nikarin êdî bahaneyeke din jê re bibînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin