Ji konsulê Brîtanyayê vîdyopeyama xatirxwestinê: Guherîneke rasteqîn heye, Kurdistan dikare bibe Dubaî
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê James Thornton, bi sedema bidawîbûna erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê peyameke vîdyoyî ya xatirxwestinê belav kir. Thornton got: “Ez ji ber bidawîbûna erkê min ê li Hewlêrê gelek xemgîn im.”
James Thornton li ser rûpela facebookê ya Konsulxaneya Brîtanyayê ya li Hewlêrê peyameke vîdeoyî belav kir û got: “Birastî min çêj ji hevdîtinên xwe yên ligel Kurdan û geşta li nav Kurdistanê girt.”
Thornton destnîşan kir: “Ez hêvî dikim ku Herêma Kurdistanê ji bihêzbûnê ber bi zêdetir bihêzbûnê gav biavêje.”
Konsulê Brîtanyayê diyar kir: “Hewleke mezin li vir heye, çar daxwazên min hene ji bo Herêma Kurdistanê, Yekem: Kurd yekbûyî bimînin, divê yek bin da ku karên baştir encam bidin. Duyem: Guhertineke rasteqîn li holê ye, Herêma Kurdistana Iraqê dikare bibe Dubaî ya Iraqê, lê ji bo vê yekê pêwîstî bi reformeke rijd û bingehîn heye. Sêyem: Herêma Kurdistanê parêzvaniya pîvanên bilind ên mafên mirovan bike, ji nav wan ewên pêwendiya wan bi azadiya ramanan heye, rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî balê dikşîne ser vê yekê ku divê di vî warî de were encamdan. Çarem: Nêrîna Herêma Kurdistanê heye ji bo Iraqê û li Bexdayê ji bo pêkanîna wê dixebite.”
James Thornton behsa wê yekê jî kir: “Hebûna Iraqeke bihêz di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, Brîtanya di gelek waran de piştevaniya Herêma Kurdistanê dike, meha borî Wezîrê me yê Derve serdana Herêma Kurdistanê kir, em di proseya çaksaziya Pêşmerge de beşdar in.”
Thornton eşkere kir: “Em ligel Herêma Kurdistanê li ser rêzeprojeyên zêdetir gotûbêj dikin, Brîtanya dê weke dosteke nêzîkî Herêma Kurdistanê bimîne, ez ê jî piştî ku biçim, wisa bimînim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin