Ji Koreya Bakur ceribandineke din a fuzeyên balîstîk: Li Japonyayê ketin...

18 December 2022 10:59 0 dîtin
Ji Koreya Bakur ceribandineke din a fuzeyên balîstîk: Li Japonyayê ketin...

PeyamaKurd – Hikûmeta Japonyayê ragihandiye ku Koreya Bakur du fuzeyên din ên balîstîkî ceribandine û ji serê sala 2022yan ve hejmara ceribandinan 60 caran derbas kiriye.

Wezareta Berevaniya Japonyayê ragihandiye ku herdu fuzeyên balîstîkî yên Koreya Bakur ceribandine li herêma derveyî herêma bazirganî li nav erdên Japonê ketine.

Koreya Başûr jî ragihandiye ku fuzeyên ji herêma Pyongan hatine pekandin li dor demjimêr 11-12:00 ber bi Deryaya Japonê ve hatine pekandin û hevkariya wan a ligel Amerîkayê di derbarê çavdêriya moşekên Koreya Bakur de berdewam dike.

Hat ragihandin ku rêveberiya Pyongyangê 35 caran biryarên Neteweyên Yekbûyî binpê kirine û ji destpêka 2022yan ve jî zêdetirî 60 caran moşekên balîstîk pekantine.

Li gorî medyaya Koreya Bakur jî ew moşek ji bo bîranîna salvegera mirina serokê berê Kim Jong hatine avêtin.