Ji Mesrûr Barzanî gotara xatirxwestinê: Em sahidê dilsoziya Dr. Firset Sofî ne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma xatirxwestina parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî de got, “Em di Hikûmetê de şahidê dilsoziya Doktor Firset Sofî ne.”
Cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî ku doh koça dawî kiribû îro ji Enqerê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê merasîmeke fermî ya xatirxwastina wî hat sazkirin.
Ji ber ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li derveyî welat bû, gotara Mesrûr Barzanî ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed ve hat xwendin.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: "Bi mixabinî û xemgîniyek kûr em îro ji bo xatirxwestinê ji heval, dost û kesayetiyekî lêhatî civîne. Diktor Firset Sofî kesekî destpak, dilsozê gel û welatparêzan bû. Diktor Firsat Sofî mirovekî xakî bû û her erkek pê bihata raspardin, bi dilsozî û ciddî dikir. Ji ber vê yekê îro gelê Kurdistanê ji ber koçbarkirina wî gelekî xemgîn e. Ev jî sermayeke mezin a manewî ya gelekî girîng e. Ev belgeya dilsoziya Firset Sofî li xizmeta gelê Hewlêrê û gelê Kurdistanê bi giştî bû."
Serokwezîrê Herêma kurdistanê got: “Armanca sereke ya Doktor Firset ew bû ku bê cudayî xizmeta xelkê kurdistanê û bajêrê Hewlêrê bike. ew gelekî bi xema kasibkar û xelkê b hejar bû. Ji ber vê yekê bi şev û roj di xizmeta gel de bû û bi berdewamî bi gel re di nava têkiliyê de bû. Mixabin mirinê rê neda ku zêdetir xizmetê bike.”
Mesrûr Barzanî bibîr xist: “Em di Hikûmeta Herêmê de şahid in ku bi rastî ew li hemberê wê sond xwariye û sozên ku bi gelê Hewlêr û Kurdistanê dayê, dilsoz bû.”
Di dawiya gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin: “Di prosesa çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Firsat Sofî yek ji dakokîkarê encamdana çaksazî û geşepêdana Herêma Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê jidestdana Doktor Firsat ziyaneke mezin e ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û valahiyek mezin dirust dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin