Ji Mesrur Barzanî peyama selametiyê bo Boris Johnson
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, ji bo Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ku ji nexweşîna vîrusa koronayê rakirine nexweşxaneyê peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî li ser medya civakî şifa û selametiya Johnson xwest û got, "Li ser navê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji Serozwezîr û gelê Brîtanyayê re xwaziyên herî baş dikim û hêvîya tenduristiyeke lezgîn bo wî û hemû kesên şerê coronavirusê dikin dikim.
Boris Johnson şeva borî piştî ku rewşa wî giran bûbû rakiribûn nexweşxaneyeke Londonê û niha li wir tedawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin