Ji MSBê daxuyaniya teqîna Efrînê: Zêdetirî 40 kesan hatin kustin...

28 April 2020 20:06 0 dîtin
Ji MSBê daxuyaniya teqîna Efrînê: Zêdetirî 40 kesan hatin kustin...

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê teqîna li Efrînê ya îro berêvarê rû da de, daxuyanî da.

Li gorî zanyariyên dawî hejmara kuştiyên teqînê ku tê gotin, tankêreke sotemeniyê hatiye teqandin de 40 kesan derbas kiriye û bêhtirî 47 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya MSBê de, tê gotin ku teqîna îro ya li Efrînê  ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatiye kirin û tê diyarkirin, bêhtirî 40 sivîl hatine kuştin û 47 kes zêdetir jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê 11 ji birîndaran zarok in.

Teqîn li ser rêya Reco nêzîkî Seraya Efrînê pêk hatibû ku herwiha ziyaneke mezin a madî jî bi xwe re anîye ku li gorî çavkaniyên herêmê otomobîla bombebarkirî bi çekdarên girêdayî Tirkiyê de hatiye teqandin.