Ji Zaharova daxuyaniya dersînorkirina zêdetirî 20 dîplomatên Almanî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê zêdetirî 20 dîplomatên Almanî yên li Rûsyayê kar dikirin, dersînor kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ji televizyona Swesda de ragihandiye ku dersînorkirina dîplomatên Almanî bersiva dersînorkirina bi komî ya nûnertiyên dîplomatîk ên Rûsyayê ye.
Herwiha Zaharovayê gotiye ku wan biryar daye bersiva pêwîst bidin ‘helwesta dijminane ya Almanyayê’.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin