Zaharova: Wê Amerîka 55 dîplomatên me derxe û têkiliyên dîplomatîk wê xerabtir bibin

30 October 2021 01:08 0 dîtin
Zaharova: Wê Amerîka 55 dîplomatên me derxe û têkiliyên dîplomatîk wê xerabtir bibin

PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku wê Amerîka di mehên pêşiya me de 55 dîplomat û xebatkarên îdarî-teknîkî derxe derveyê Amerîkayê û wê di seha dîplomasiyê de rewş xerabtir bibe.

Zaharova li ser rewşa dîplomatên Rûsya ku li Amerîkayê dixebitin bi nivîskî ragihandinan kir û got di mîsyonên Amerîkayê yên li Rûsyayê de 130 kes dixebitin. Zaharova got ku di serkonsolosiya Rûsyayê li Washingtonê û New Yorkê di her dû yan de ji 200 î kêmtir kes dixebitin û weha got:

“Wê Washington di mehên pêşiya me de 55 dîplomat û xebatkarên îdarî-teknîkî ji bo Amerîkaye terk bikin wê daxwaz bike û esas ev tê vateya derxistina derveyê sînorê Amerîkayê, wê di seha dîplomasiyê de rewş xerabtir bibe.”