Ji Netanyahû rexneyên tund bo hikûmeta Bennett: Em ê xirûra netewî vegerînin!
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Îsraîlê û serokê partiya opozîsyonê Benyamîn Netanyahû, li ser biryara hilweşandina hikûmetê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext daxuyanî dan.
Netanyahû ji medyakarên îsraîlî re axivî û rexneyên tund li hikûmeta Naftalî Bennett girtin.
Netanyahû bi taybet bal kişand rewşa ewlehiyê û bihayiyê û got, “Ev di dîroka Îsraîlê de hikûmeta herî xirab e. Em ê hikûmeteke bihêz a niştimanî ku xirûra netewî vegerîne ava bikin.”
Hêjayî gotinê ye, piştî ku biryara hilweşandina hikûmetê hat wergirtin, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid wek serokwezîrê demkî heta lidarxistina hilbijartinan li ser kar dimîne.
Heger biryara hilweşandina hikûmetê li Parlamentoya Îsraîlê were pesendkirin, di nav 3,5 salan de cara 5emîn li Îsraîlê wê hilbijartin bêne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin