Ji Nûnerê Amerîkayê ji bo deverên Kurdistanî û Rojava hisyariya DAISê...

02 July 2021 17:27 0 dîtin
Ji Nûnerê Amerîkayê ji bo deverên Kurdistanî û Rojava hisyariya DAISê...

PeyamaKurd – Nûnerê taybet ê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê John Godfrey, piştî serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derbarê deverên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de li ser gefên terora DAIŞê hişyarî dan.

Godfrey diyar kir ku rêxistina terorîst DAIŞê ji rewşa aboriya xirab sûde distîne û xwe ji nû ve birêxistin dike û got, “Hem li Iraqê hem jî li Sûriyê tişta ku herî zêde dibihîzim, hejarî, nebûna wekheviyê û be edaletî ye ku ev yek jî dihêle gelek ciwan tevlî rêxistinên terorîst bibin ku DAIŞ jî di nav de ye.”

Nûnerê Amerîkî destnîşan kir ku DAIŞ bi awayekî çalak sûdê ji mercên xirab ên jiyanê û krîza aborî ya wan herêman distîne û hewl dide xwe birêxistin bike.

Godfrey da zanîn, DAIŞ bi taybet jî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çalakiyana dike.

Herwiha Godfrey bal kişand ser bi hezaran malbatên DAIŞê yên li Kampên Rojavayê Kurdistanê û girtîgehan û diyar kir ku dibin sedema gefa ewlehiyê li herêmê.

Godfrey eşkere kir ku Amerîkayê heta niha bi giştî 28 amerîkî ji kamp û girtîgehan vegerandina welatê xwe û 12 ji wan jî hatine dadgehkirin.