Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya nameya Ocalan: Wateyên binirx...

08 May 2019 17:53 0 dîtin
Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya nameya Ocalan: Wateyên binirx...

PeyamaKurd - Rêveveriya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê peyama Serokê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de li ser peyama Ocalan ya parastina yekparçeyiya Sûriyê hat gotin, “Berê û heta niha jî em rêyên pêkanîna çareserî û aramiyê li Sûriyê bi pêwîstiya parastina yekbûna erdnîgarî û civakbûnê dişopînin.”

‘BRÊZ OCALAN HEWLA ÇARESERIYA BI DIYALOGÊ DIDE’

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyê de destnîşan kir, “Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li nameya birêz Abdullah Ocalan a ku hewl dide çareseriyan bi rêbazeke diyaloga siyasî û demokratîk peyda bike, dinêrin ku wateyên binirx di nava xwe de dihewîne.”

Di berdewamê de hat gotin, “Birêz Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li Sûriyê ma, nêrînên wî yên kûr ku xwe dispêre zanebûneke dîrokî ya kûr, derbarê pêşketin û bûyerên li Sûriyê û Rojhilata Navîn de hene.”

‘TIRKIYE GEF Û ÊRÎŞÊN XWE DEWAM DIKE’

Rêveberiya Xweser li ser Tirkiyê jî got: “Tevî ku me tu gef li ser wê çênekirin, Efrîn dagir kir û destek da çete û kiryarên guhartina demografîk. Herwiha gelê Efrînê ku beşek ji axa Sûriyê ye, hate koçberkirin. Siyaseta wê ji destpêkê û heta niha derbarê doza Sûriyê de, tu çareserî pêşkêş nekirine, lê gef û êrîşên xwe heta niha dewam dike.”

Nameya Abdullah Ocalan a 6ê Gulanê ji Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê parêzeran ve hatibû eşkerekirin wiha ye…