Ji Rûsyayê daxuyaniya Idlibê: Bi 50 wesayîtan êrîs kirin, êrîs hat têksikandin
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên rejîma Sûrî êrîşeke komên çekdar li Idlibê têk bir û di encamê de 30 çekdar birîndar bûn û hatin kuştin.
Rêveberê navenda Himêmîmê ya Lihevanînê li Sûriyê Yûrî Borîngov ragihand ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam bi desteka koma çekdaran a bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûrî (SMO) êrîşî nuqteyên rejîma Sûrî li bajarokê Cercenazê li Idlibê kir.
Navendê diyar kir ku çekdaran bi qasî 50 erebeyî êrîş pêk anî.
Li gorî navendê, hêzên rejîmê êrîş têk bir û derdora 30 çekdar birîndar bûn û hatin kuştin û 2 erebeyên çekdaran jî hatin rûxandin.
Navendê da xuyakirin ku di êrîşê de ji hêzên rejîmê ti leşker nehatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin