Ji Rûsyayê daxuyaniya Sûriyê û faktora kurdan

17 May 2019 12:01 0 dîtin
Ji Rûsyayê daxuyaniya Sûriyê û faktora kurdan

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku di mijara pirsa çareseriya Sûriyê de fakora kurdan girîng e lê ew li hemberî wê yekê ne ku ev rewş were spekulekirin. Ryabkov herweha eşkere kir ku hebûna Amerîkayê li rojhilatê Firatê cîhê nîgeraniyê ye.

Sergey Ryabkov pirsên rojnmevanan bersivandin, “bi raya me di mijara çareserkirina pirsa Sûriyê û perspektîfa çareseriyê faktora kurdan gelekî girîng e.”

Ryabkov wisa axivî: hinek hevkar û hevpeymanên me vê mijarê spkule dikin û dibêjin em li dijî vê ne. Wî teqez kir ku Rûsya ji hebûna Amerîkayê ya li rojhilatê Firatê nîgeran in.