Ji sedî 96ê budçeya Iraqê ji dahata petrolê pêk tê

24 October 2022 20:55 0 dîtin
Ji sedî 96ê budçeya Iraqê ji dahata petrolê pêk tê

PeyamaKurd – Wezareta Darayî ya Iraqê ragihand ku di nav 5 mehên dawî de, ji 96%î zêdetirî dahata giştî ya Iraqê, ji petrolê ye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, dahata petrolê ya Iraqê 5 mehan li ser hev bi giştî 96%ê budçeya giştî bûye û ew jî dike, 103 trilyon û 669 milyar dînar.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di meha Tebaxê de, ji derveyî petrolê ji çavkaniyên din 4 trilyon û 504 milyar dînar dahat hatiye bidestxistin.

Sala 2021ê dahat petrolê li Iraqê 92%ê budçeya giştî bû, lê di sala 2022yan de ew dahat 96%ê budçeyê derbas kiriye.