Ji Serok Barzanî daxuyaniyeke girîng: Guh bidin eqil û mentiqê…
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê geşedanên vê dawiyê yên piştî kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniyek belav kir.
Serok Barzanî got, nabe welat (Iraq) tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nediyar were kirin
Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê derbarê geşedanên vê dawiyê yên li Iraq û herêmê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku rewşeke gelekî metirsîdar li navçeyê û Iraqê derketiye holê.
Di daxuyaniyê da Serok Barzanî ragihand:”Di dema çend rojên derbasbûyî de rewşeke gelek metirsîdar li navçeyê û Iraqê da hatiye holê û ji hemû aliyek ve hest bi metirsiyeke mezin tê kirin. Di rewşeke wiha de jî pêwîste ji bo peydakirina çareseriyê guh li eqil û mentiq bê girtin neku li pey dirûşm û gengeşeyên bêsûd bin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de jî Serok Barzanî bal kişand ser rewşa Iraqê û wiha got:
“Niha rewş li warê teqîn û giriftan ve gelek aloz e. Ji bo wê yekê divê li hemû aliyeke vî xelkî ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi eqil û hîkmetê ve çareseriyeke gûncav û me'qûl peyda bikin ku li xizmeta hemû aliyek bê. Eger bê û proseya çareserkirinê li ser rêyeke wiha bê, ewe êm li yarmetîdana ji bo peydakirina çareseriyê kêmasiyê nakîn, lê belê li gel ewe da jî nabîn ku welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nediyar bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin