Ji Serok Barzanî ji bo Metran Reban El-Qes peyama sersaxiyê
PeyamaKurd – Kesayetiyê navdar ê Xirîstiyanan û metranê berê yê Dêra Keldanî ya Duhokê Metran Reban El-Qes îro 28ê Tebaxê, di 74 saliya xwe de, ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir.
Li ser mirina metranê berê yê Dêra Keldanî Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û got: “Roleke wî ya berçav di belavkirina çanda pêkvejiyana olî û netewî li Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê de hebû.”
Serok Barzanî sersaxî li malbata Metran Reban El-Qes û Xirîstiyanên Kurdistan û cîhanê kir û hevxemiya xwe nîşan da. Serok Barzanî got: “Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”
Metran Reban El-Qes ji gundê Kanî yê qezaya Amediyê ye û dê cenazeyê wî sibe 29ê Tebaxê bi merasîmekê li gundê wî bi xakê bê spartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin