Ji Siûdî bangewaziya civîna awarte bo welatên erebî

19 May 2019 16:19 0 dîtin
Ji Siûdî bangewaziya civîna awarte bo welatên erebî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Qralê Erebistana Siûdî Selman bin Abdulaziz bangewazî li endamên Konseya Hevkariya Kendavê û Yekîtiya Erebî kiriye daku 30yê Gulanê li Mekeyê bicivin.

Ajansa fermî ya Siûdî SPA bi zarê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr ragihand, Selman bin Abdulaziz ji bo du lutkeyên plankirin bangewaziya beşdariya lezgîn li endamên Konseya Hevkariya Kendavê û Yekîtiya Erebî kiriye daku 30yê Gulanê li Mekeyê bicivin.

El Cubeyr herwiha got, “Qral dixwaze ji bo bihêzkarina ewlekariyê û seqamgeriya herêmê danûstandinan pêş bixe û kordînasyonê ava bike.”

Wezî Siûdî li ser gefên Îranê yên şer bo wan jî diyar kir ku Erebistana Siûdî şer navxwaze, lê dê li hemberî her gefekê jî bi hemû hêza xwe ve rabe û xwe biparêze.

Herwiha tê çaverêkirin di navbera 31ê Gulanê û 1ê Hezîranê de li Mekeyê Lutkeya Erebî ya 14emîn jî bicive.