YEyê ji bo Idlibê banga civîna awarte li welatên endam kir
PeyamaKurd - Komiserê Bilind ê Ewlehî û Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, ji bo gotûbêjkirina rewşa şer û aloziya Idlibê banga civîneke awarte li wezîrên derve yên endamên YEyê kir.
Josep Borell di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser ku şer û pevçûnên li Idlibê gefeke cidî li ser aştî û ewlehiya navdewletî çêdike û dibe sedema êş û azarên bêmînak.
Borell got, pêwîste piştgirî bo hewlên rawestandina krîza mirovî bê dayîn diyar kir, "Ji ber vê jî hefteya bê ji bo pêşhatên li Idlibê gotûbêj bikin, banga civîna awarte li Konseya Ewlekariyê dikim.”
Borell herwiha da zanîn ku ew bi hemû aktorên Sûriyê de di nav danûstandinê de ne û car din banga aramiyê kir û bal kişand ser ku krîza li Sûriyê tenê bi rêyên siyasî dikare çareser bibe û YE jî amade ye jê re piştgiriyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin