Ji Tehran û Moskowê hewla hevkariya li fezayê

29 February 2024 14:10 0 dîtin
Ji Tehran û Moskowê hewla hevkariya li fezayê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku peyka nû ya lêkolîn û çavdêriyê ya Îranê bi roketa Soyuz a Rûsyayê derbasî fezayê bû.
Îranê ragihand ku peyka wê ya nû ya lêkolîn û çavdêriyê "Pars 1" bi roketa Soyuz a Rûsyayê hat avêtin û bi dûrahiya 500 kîlometroyî ket ortê.
Li gorî televizyona dewleta Îranê, peyka ji Kozmodroma Vostochny ya Rûsyayê bi roketa Soyuz 2.1b a Rûsyayê hatiye avêtin.
Peyka wênekêşî û lêkolînê ya bi navê "Pars 1" ji dûrahiya 500 kîlometreyî bi awayekî serketî hat danîn.
Hat diyarkirin ku peyka 134 kîloyî ya ku ji aliyê Saziya Lêkolînên Fezayê ya Îranê ve hatiye dîzaynkirin û hilberandin, bi kamerayên xwe yên înfrasûr ên piralî û pêlên kurt, di nava 100 rojan de kariye ji sedî 95ê xaka Îranê wêne bike.