Ji Yekîtiya Ewropa berteka pesendkirina cezayên Doza Geziyê: Biryareke karesat e!
PeyamaKurd - Raportorê Tirkiye yê ji Parlamentoya Ewropayê Sanchez Amor, li ser biryara dadgeha bilind a Tirkiyeyê ya pesendkirina cezayên doza bûyerên Geziyê daxuyanî da.
Sanchez Amor bi tundî biryara pesendkirina cezaya Kavala rexne kir û got: “Biryareke karesat e. Ev biryar dê zerarê bide pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê.
Biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû ne biryareke siyasî ye. Divê hemû endamên Konseya Ewropayê cîbicî bikin.”
Sanchez Amor got: “Gotûbêjên endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya krîterên Kopenhagê de têne nirxandin. Em li Tirkiyeyê ji paşdeçûna di warê mafên mirovan de ditirsin. Ev zerarê dide pêvajoya gotûbêjên endamtiyê. Ev pêngava di rêya dûrketina endamtiya Yekîtiya Ewropayê de pêngaveke mezin e.”
Daîreya 3emîn a Cezayan a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê doh 28ê Îlonê cezayên ku bo girtiyên doza Geziyê hatibûn dayîn pesend kir. Li gorî biryarê cezayê heta hetayê yê Osman Kavala 18 sal cezayê girtîgehê yê Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay, Tayfun Kahraman, Mine Ozerden û Çigdem Mater Utku hate pesend kirin.
Herwiha 18 sal cezayên Alî Hakan Altinay, Yigit Ali Ekmekçî û Ayşe Mucella Yapici jî hatin betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin