Jimara wefatan dadikeve lê ya pêketiyan zêde dibe

06 February 2021 02:07
Jimara wefatan dadikeve lê ya pêketiyan zêde dibe

PeyamaKurd – Tablo ya pandemiyê ya Tirkiyê û Kurdistana Bakûr hat belavkirin. Li gor tabloyê jimara wefatên ji ber Kovid-19 ê daketiye 110 kesan lê kesên bi pandemiyê ketine jimara wan zêde bûye û gihaye 7.901 ê. Reqemên di tabloyê de wehanin:

30.349.042 test heya îro hatine kirin.

  2.516.889 test heya îro posîtîv derketine.

       26.577 nexweş heya îro wefat kirine.

         1.423 nexweş halgiranin.

  2.404.416 nexweş heya niha baş bûne.

     142.538 test îro hatine kirin.

         7.901 testên îro posîtîv derketine.

            620 nexweşên îro hene.

            110 nexweş îro wefat kirine.

         8.217 nexweş îro baş bûne.

          %4.9 di nexweşan de satilcan heye.