Jîna Emînî: Afirînera "Jin Jiyan Azadî" 2 sal derbaz bû
PeyamaKurd - Bi ser koça dawî ya keça Kurd a ji Rojhelatê Kurdistanê Jîna Maşa Emînî ve 2 sal derbaz bû.
Keça Kurd Jîna, di 16ê Îlona 2022yan de, dema ku li Tehranê di li bazarê digeriya, bi angaşta ku serpoşa xwe li gorî pîvanên bîrdoziya rejîma Îranê grênedaye, ji aliyê polêsên rewiştê yên grêdayî Fermandeya Pêkanînê ya rejîma Îranê ve rastî hêrişê hat. Di encamê de Jînayê rakirin nexweşxaneyê, lê belê Jînayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Polîsên rejîmê li ser bûyerê bi daxuyaniyekê angaştin ku keça Kurd li gerînendehiya polês, ji nişk ve kêşeya dil derbaz kiriye, piştî 2 rojan di komayê de ketiye erdê û jiyana xwe ji dest daye.
Şahidên bûyerê berovajiyê polês, digotin ku Jîna ji aliyê polêsan ve bi kulmên ku li serê wê hatine xistin û serê wê li kêleka tirimbêla polîsan ketiye û di encama vê tundiyê de ketiye.
Di lêkolînên pizîşkî yên piştî bûyerê de jî derketibû holê ku Jîna, bi xwînrijiya mejî derb xwariye û canê xwe ji dest daye.
Klînîka ku Emînî lê dihat dermankirin li ser Instagramê daxuyaniyek da û ragihand ku Jîna Emînî dema rakirin nexweşxaneyê mejiyê wê mirî bûye.
Bavê Jîna: Min xwest keça xwe bibînim, nehiştin
Bavê Jîna Emînî Emcet Emînî jî di derbarê mirina keça xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku piştî mirina keça xwe xebatkarên tenduristiyê nehiştine ew meytê keça xwe bibîne.
Emcet Emînî got: "Min xwest keça xwe bibînim, lê nehiştin ez biçim hundir. Di derbarê otopsiyê de ti agahî ji nedan me. Meytê hatibû kefenkirin û ji bo nasnameyê tenê rû û piyên wê şanî me dan. Li ser lingên wê şopên derban hebûn. Min ji bizîşkan xwest ku li lingên wê binêrin, lê belê ji min re gotin li sedema birînê binêre."
Li bajarê wê merasîmeke bi heybet
Piştî mirina keça Kurd Jîna Emînî, di merasîma xakspartinê ya li bajarê wê Seqizê bi heybet bû û piştî merasîmê li Rojhelatê Kurdistan û Îranê beyeke xwenîşandanên mezin ên nerazîbûnê rabû.
Di xwepêşandanan de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" “Bimre dîktator”, “Bimre Şerîet” û “Bimre Xumeynî” olan dan û drûşma "Jin Jiyan Azadî" te tevahiya dinyayê bû sembola tekoşîna mafê jiyan.
Ev xwepêşandan ji aliyê polêsên hêzên taybet ên rejîmê ve bi awayekî hatin pêşwazîkirin.
Jinên Îranî û Rojhilatî li dijî ferzkirina çarşefê derketin û li ser torên civakî dest bi çalakiyan kirin wekî porê xwe birîn, porê xwe eşkere kirin û li kolan û qadan xwepêşandan kirin.
Xwepêşandanên birîna porê ku ji aliyê jinan ve hatin destpêkirin, pêşî li Îranê û piştre li cîhanê belav bûn.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) daneyên rojane yên li ser kesên di çalakiya Jîna Mahsa Emînî ya duh (15ê Çile) de jiyana xwe ji dest dane û hatine binçavkirin û girtin parve kir.
Bi sedan mirin, bi hezaran hatin binçavkirin
Li gorî vê yekê, ji 17’ê Îlona 2022’an û vir ve li Îranê bi giştî hezar û 255 xwepêşandan hatine lidarxistin. Di çalakiyan de 71 jê zarok bi giştî 524 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên HRANA’yê di xwepêşandanan de 68 endamên “hêzên rejîmê” jî mirine.
Li gorî HRANA, ji 15’ê Çile ve bi giştî 19 hezar û 401 kes ji ber çalakiyên protestoyî hatine binçavkirin û/an jî hatine girtin. Ji van kesan 713 xwendekar bûn.
HRANA bi bîr xist ku heta niha 4 xwepêşander hatine îdamkirin û 724 kesên têkildarî xwepêşandanan ji aliyê dadgehan ve bi giştî 11 hezar û 721 meh ceza hatiye birîn.
Li gorî vê yekê, 107 xwepêşander di bin xetereya cezayê darvekirinê de ne.
Xelata Sakharov hat dayîn
Parlamentoya Ewropayê (PE) di sala 2013an de xelata herî bilind a mafên mirovan, Xelata Sakharov da Jina Mahsa Emînî. Ji ber qedexeya derketina derve ya malbata Emînî, xelat pêşkêşî du jinên çalakvanên Îranî hat kirin.
Xelata ku ji bo Jîna Emînî hat dayîn jî ji bo Tevgera Jin, Jiyan, Azadî ku bû dirûşma xwepêşandanan hat dayîn.
Ev xelat xelateke din a navneteweyî ye ku ji bo jinên ku dijberiya rejîma Îranê dikin, piştî dayîna Xelata Aştiyê ya Nobelê ji çalakvana girtî Nergis Mihemedî re tê dayîn.
Gotinên diya wî hatin xwendin
Dê, bav û birayê Jîna Emînî nekarîn beşdarî merasîma li Strasboûrg a Fransayê bibin, ji ber ku rayedarên Îranê pasaportên wan desteser kirin û YE’yê ji bo wergirtina xelata Saxarovê balafira wan qedexe kir.
Di axaftina ku parêzerê malbatê ji AP re kir de, gotinên dayika Jîna Emînî Mûjgan Îftîharî hatin vegotin. Müjgan Iftikhari, da zanîn ku destûr nehat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin û hemû pîvanên hiqûqî û însanî binpê kirine. Îftîxarî destnîşan kir ku navê keça wî bûye sembola azadiyê û wê xewna azadiyê ji cihê jidayikbûna xwe Kurdistanê belavî hemû Îran, Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye.
Di axaftina ji aliyê parêzer Salîh Nîkbaht ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Jiyana wî bi neheqî hatiye desteserkirin, fikirîn ku bi kuştina wî ew ê rê li ber hebûna wî bigirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin