Jina Nawaz Serîf, Gulsum Serîf koça dawî kir
PeyamaKurd- Jina Nawaz Şerîf ê ku berê serokwezîrê Pakistanê bû û niha di zîndana Pakistanê de ye, Gulsum Şerîf li Londrayê tedawiya nexweşîna pençeşêrê didît û jiyana xwe ji dest da. Ragihandina wefata Gulsum Şerîf ji aliyê birayê Nawaz Şerîf de, ji aliyê Şahbaz Şerîf de hat ragihandin.
Gulsum Şerîf li Londrayê tedawiya pençeşêra lenfê didît û do halê wê nexweş bû lewra wê biribûn unîta destekê. Di dema tedawiya wê de hevjînê wê Nawaz Şerîf keça wê Meryem bi sedema ku li Pakistanê dadgehê cezayê zîndanê dabû wan, dageriyabûn welatê xwe û hatibûn zîndanîkirin.
Gulsum Xan 46 sale bi Nawaz Şerîf re zewicandiye û 4 zarokên wan hene. Cenazê wê, dê roja înê bê definkirin û bo tevli cenze û taziya wê bibin, dewletê 5 siet îznê da Nawaz Şerîf û keça wî Meryemê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin