Nawaz Serîf dadigere Pakistanê
PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Pakistanê bi sedema ku tevli gendeliyê bûye, dadgeha Îslam Abadê 10 sal cezayê zîndanê dabûyê. Nawaz Şerîf û keça wî Meryem ji Londrayê ber bi bajarê Lahorê ya Pakistanê birêket.Keça wî Meryem jî 7 sal cezayê zîndanê dane.
Şerîf berya Londrayê terk bike weha axixfî: “ Welew li ber çavên xwe çaxên zîndanê bibînim jî, ez diçim Pakistanê.”
Rêvebirên Pakistanê ragihandin ku Şerîf û keça wî çawa bigihên Pakistanê, dê wan bigrin û bişînin zîndanê.
Bo pêşîwazikirina Şerîf bi hezaran piştgirên wî ber bi balafirgeha Lahorê ve birêketine. Bi îhtîmala ku dê li bajêr gengeşe derê, li bajêr 10 hezar polîs hatin wezîfedarkirin. Rêvebir ragihandin ku dikarin hinek rêyan bi konteyniran bigrin da çûn û hatina bajêr nemîne.
Ji partiya Şerîf gelek kesên berbiçav hatine girtin û dadgeh biryara qedexeya tevlîbûna hilbijartina 25 ê temmûzê bo Şerîf daye. Lê Şerîf li Pakistanê hêjî herî populer kese û 67 saliye.
Şerîf berya li balafirê siwar bibe sûcên ku pê tê tewanbarkirin red kir û got “bi armanca siyasî” ne û weha dewam kir:
“Berê me digot di nava dewletê de dewlet heye lê niha em dibêjin di ser dewletê de dewleteka dinê heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin