Joe Biden bi awayekî xurt pistgiriya yekîtiya Ukrayna dike
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, do roja Înê bi Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy re axifî.
Qesra Spî di daxuyaniyê de dibêje, Biden diyar kiriye Amerîka bi awayekî xurt piştgiriya Ukrayna dike.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî: ‘‘Serok Biden piştrast kir ku Amerîka li dijî êrîşvaniya Rûsya ya li Donbass û Qirimê dewam dike, alîgira domdar ya yekîtiya axa Ukrayna û serweriya wê ye.’’
Biden, piştî nûçeyên dibêjin Rûsya li sînorê Ukrayna leşkeran bi cîh dike, piştgiriya xwe ji bo Ukrayna ragihand.
Joe Biden herwiha destnîşan kir, rêveberiya Amerîka girêdayî hevkariya stratejîk ya bi Ukrayna re ye û diyar kir, ew piştgiriyê didin planên Zelenskiy yên ser li têkoşîna li dijî bertîlê.
Zelenskiy jî ji Twitterê li ser axifîna bi Biden re razîbûna xwe ragihand û da zanîn, ew ji ber piştgiriyên Amerîka yên di astên cuda de wê pîroz dike.
Serokê Ukrayna eşkere kir, piştgiriya Amerîka bo welatiyên wî pir girîng e.
Serbalyozên NATO, li ser zêdebûna girjiyên li herêma Donbass, ku li rojhilata Ukrayna ye, kom bûbûn.
NATO roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê destnîşan kiribû, ji ber ku Rûsya li sînorê Ukrayna leşkeran bi cîh dike,

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin