Joe Biden: “Divê Erdogan bi hilbijartinê bikeve”

15 August 2020 21:36 0 dîtin
Joe Biden: “Divê Erdogan bi hilbijartinê bikeve”

PeyamaKurd- Namzedê Partiya Demokratan yê Amerîkayê Joe Biden bo Trump raqibe û di konferansekî xwe de behsa serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan kir. Di axaftina xwe de ragihand ku divê destekê bidin muxalefeta Tirkiyê û got:

“Ez ê ne bi darbê lê bi hilbijartinê Erdoğan bixînim. Tişta ku herî dawî bikim, jê re (Erdoğan) di mesela Kurda de serî deynim.”

Biden got ku divê ew bi dorpêçkirina kiryarên Erdoğan yên di herêmê de eleqedar bibin. Biden, di encamê de weha got:

“Divê em li hemberê Erdoğan tiştên cuda bicîh bînin. Eger ez bibim serokkomar, ez ê ne bi darbeyê lê bi hilbijartinan wî ji ser text bixînim û destekê bidim muxalefetê. Bo entegrasyona Kurdên ku dixwestin alîkariyê bidin parlementoyê.. Ev kar bo demekî baş dimeşiya.”