Joe Biden: Pûtîn ji vî serî serketî dernakeve!
PeyamaKurd – Serokê DYA Joe Biden di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer re gef li Rûsyayê xwaribû û gotibû, "Eşkere ye ku Pûtîn ji vî şerî serketî dernakeve, Ûkrayna wê bi ser bikeve."
Dema Biden li Qesra Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îngilîstanê Starmer kir, her du li ser eksena şerê Rûsya û Ûkraynayê, rewşa Rojhilata Navîn û pirsgirêkên herêma Hind-Pasîfîkê hatin cem hev.
Di hevdîtina ku di bin siya nîqaşan de li ser wê yekê hat kirin ku qedexeyên ku moşekên menzîl dirêj ên ku DYAyê ji Ukraynayê re şandiye wê were rakirin an na, her du serokan piştgirîyek tam dan Ukraynayê û Moskova tirsandin.
Biden beriya hevdîtinê daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û got, "Dema ku Ukrayna hewl dida xwe li hemberî êrîşên Rûsyayê biparêze, DYA jî tevî Îngilîstanê piştgirî da Ukraynayê." Biden got, "Eşkere ye ku Pûtîn ji vî şerî serketî dernakeve, Ukrayna wê bi serketî derkeve."
Biden ji bo bertekên xwe yên li hember gotinên Pûtîn ên di derbarê "îhtimala pevçûneke rasterast a di navbera DYA û Rûsyayê de" bersivand wiha got: "Ez zêde li ser Vladimir Putin nafikirim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin