Josep Borrell: “Eger du dewlet ava bibin, em ê desteka xwe bidinê"
PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê siyaseta karên derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell seredana Lubnanê kir û li Lubnanê bi wezîrê karên derve yê Lubnanê Abdallah Buhabib û serokwezîrê Lubnanê bi Necib Mikati re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinan Borrell derket ber çapemeniyê û balê kişand ser şerê navbera Hamasê û Îsraîlê û got ku dixwazin Lubnanê jî bixin nava şerî. Borrell weha dewam kir:
“Ji bo çareseriya dawiyê bibe avakirina du dewletan, em ê her desteka xwe bidin. Divê em ji bilinkirina gengeşeyên Rojhilata Navîn xwe dûr bixin. Di şerê li hemberê Îsraîlê de wê kes qezenc neke.
Gazze perçeyekî ji Fîlîstînê ye û wê di pêş de bibe perçeyekî dewleta Fîlîstînê.”
Serokwezîrê Lubnanê Mikati ile Josep Borrell, li ser rewşa dawî ya sînorê Lubnan-Îsraîlê axifîn û rewşê şirove kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin