JP: Îsraîl ji bo asayîkirina pêwendiyan ti pêsmercan danayîne ber Tirkiyê
PeyamaKurd – Rojnameya Jerusalem Post a îsraîlî derbarê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê de gotarek weşand.
Rojnameya JP di gotarê de, hurgiliyên serdana Qûdsê (Orşelîm) ya Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal belav kirine û bi zarê çavkaniyeke dîplomatîk a Îsraîlê diyar kiriye, “Me ti merc nedanîn. Em di mijara nêzîkbûna hev de di pêvajoyeke hesas de ne. Hin jest hene, em dibînin ku li ser axa Tirkiyê çalakiyên dijî zêde bûne.”
Herwiha çavkaniyên îsraîlî dane zanîn, wê başkirina pêwendiyên ligel Tirkiyê, bandorê li pêşvebirina pêwendiyên Yûnanistan û Başûrê Qibrisê neke.
Dîsa rojnameyê daye xuyakirin ku Îsraîlê dev ji pêşmercên wekî birîna têkiliyên Hemasê û dersînorkirina wan ji Tirkiyê jî berdaye.
Hêjayî bibîrxistinê de, di hefteya pêşî ya meha Adarê de li ser vexwendina Tirkiyê, Serokomarê Îsraîlê Îsaac Herzog piştî biryara asayîkirina pêwendiyên herdu welatan yekem car serdana Tirkiyê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin