Kalin daxwuyaniyekî li ser civîna endamtiya Îsveç-Fînlandiyayê ya NATO yê da

09 March 2023 23:03 0 dîtin
Kalin daxwuyaniyekî li ser civîna endamtiya Îsveç-Fînlandiyayê ya NATO yê da

PeyamaKurd – Civîna ji bo endamtiya Îsveç û Fînlandiya ya ji bo NATO yê bi Tirkiyê re li Brukselê li baregeha NATO yê car din destpêkir. Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın ragihand ku civîn di rewşeka baş de derbas bûye û got:

“Em ji pêngavên Îsveç û Fînlandiyayê yên ji bo têkoşîna bi PKK ê re avêtine razîne lê têr nake. Wê pêvajo çawa dewam bike, li ser avêtina gavên her dû welatan maye.”

Di civînê de her weha desthilatên NATO jî hebûn. Kalın di mijarê de, daxwuyaniya xwe weha dewam kir:

“Em bende ne ku lihevkirina Madrîdê bi temamî were cîh. Em weke prensîb dixwazin NATO fireh bibe û em zanin wê NATO di vê dewra krîtîk de rolên çawa bigre ser xwe. Di salên berê de welatên din di mijara endamên nûh de gelek sekinîbûn. Ez behsa Yûnanistanê dikim. Me lihev kir ku civîna pêşiya me di wextekî kurt de bibe.”