Kanada | Gule bi ser kesên ji nimêja terawîhê dihatin de resandin: 5 birîndar

17 April 2022 10:32 0 dîtin
Kanada | Gule bi ser kesên ji nimêja terawîhê dihatin de resandin: 5 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din li bajarê Toronto yê Kanadayê, kesek yan jî hin kesên nehatine naskirin, bi çekê gule bi ser kesên ji nimêja terawîhê dihatin de reşandin û 5 kes birîndar kirin.

Li gorî ragihandina Polîsê Torontoyê êrîş li mizgefta Ebubekirê Siddiq a herêma Scarborough, li gorî dema Kanadayê bi şev rû daye û 5 misilmananên ji nimêja terawîhan derdiketin di encama êrîşa çekdarî de hatin birîndar kirin.

Berdevkê Polîs daye xuyakirin ku ti nîşaneyeke ku dijminatiyek di navbera êrîşkar û kesên birîndar bûne de nehatiye tesbîtkirin.

Berpirsê Komeleya Misilmanan a li wê herêmê Nadeem Sheikh li ser bûyerê gotiye: "Gelekî xemgîn im û nîgeran im. Em dixwazin demûdest êrîşkar werin girtin û radestî dadweriyê bên kirin.”