Kazimî: Hêzên Amerîkayê dagirker in, bûyera milîsan hatiye mezinkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser xwepêşandana çend roj berê ya leşkerî ya milîsên Rebiulla li Bexdayê ku gefa jêkirina guhê wî xwaribûn diyar kir, bûyer hatiye mezin kirin û hêzên Amerîkayê jî li Iraqê wek dagirker pênase kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di hevpeyvîneke li gel kanala MBC ya Misirê de hêzên Amerîkayê li Iraqê wek dagirker pênase kir û got, artêşa Iraqê rastî zulmeke mezin hatiye li ser destê hêzên Amerîka yên dagirker. Lê piştî şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bihêz bûye.
Mistefa Kazimî hişyarî da grub û milîsên çekdar û ragihand, “Xwe avêtina çekan a hin grub û kesan ji bo bidestanîna berjewendiyekê em red dikin. Ji ber niha artêşa Iraqê gelek bihêztire ji berê.”
Derbarê xwepêşandana leşkerî ya milîsên Rebiulla li Bexdayê û gefxwarina birîna guhê wî jî Mistefa Kazimî got, “Ew xwepêşandana leşkerî ya zêdegavî di torên civakî de hate mezin kirin. Bûyer hewldaneke şikestxwar a hin ciwanan bû bo têkdana rewşa dewletê û dixwestin pirsgirêkên xwe li gel min zelal bikin.’’
Kazimî destnîşan kir, ew rê nadin ti grub û hêzeke milîs li derveyî desthilata dewletê çalakiyan bikin û çek rakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin