Kazimî li Silêmaniyê serdana gora Mam Celal kir û derbasî Helebceyê dibe
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku piştî hevdîtinên li Hewlêrê îro derbasî Silêmaniyê bû, serdana gora Mam Celal Talabanî kir û piştre jî li Silêmaniyê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî ku li Hewlêrê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya, berê xwe da Silêmaniyê û peşî bi parêzgarê Silêmaniyê û rêveberê balafirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê re civiya.
Kazimî li Silêmaniyê ji aliyê Hevserokên YNKê Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî ve hat pêşwazîkirin û piştre jî serdana gora Mam Celal Talabanî kir.
Piştî serdana gora Mam Celal, Mistefa Kazimî bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civînek saz kir.
Biryar e Kazimî îro serdana Helebceyê jî bike û serdana goristana qurbaniyên kîmyabaranê yên rejîma Beas jî bike.
Kazimî doh jî li Duhokê serdana goristana şehîdên enfalê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin