Kazimî: Mesûd Barzanî bira, Kek Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî nêzîktirîn hevalên xwe dibînim

05 April 2021 12:33 0 dîtin
Kazimî: Mesûd Barzanî bira, Kek Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî nêzîktirîn hevalên xwe dibînim

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di hevpeyvîneke bi rojnameya Şerq El-Ewset a Siûdiyê de diyar kir, Serok Mesûd Barzanî birayê wî ye û Serokê Herêmê Kek Nêçîrvan Barzanî nêzîktirîn hevalê wî ye û di van nêzîkan de jî serdana Hewlêrê dike.

Mistefa Kazimî da zanîn: “Pêwendiya min ligel serkirdeyên herêmê ne nû ye, ew pêwendî jî ne tenê bi budçeyê ve girêdayî ne, lê girêdayî hemû warekî berfirehkirina hevahengî û bi hev re karkirinê ya di navbera serkirdayetiya Herêmê û Hikûmeta Federal de.”

Kazimî herwiha qala pêwendiya xwe û Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dike û dibêje: “Pêwendiya min a berdewam ligel bira û hevalê min Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Kek Nêçîrvan Barzanî heye, berdewam Kek Nêçîrvan Barzanî û biraziyê xwe Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêmê wek du nêzîktirîn hevalên xwe dibînim.”

Kazimî bi armanca pevguhertina nerînan derbarê qonaxa pêş de, ku wan nêzîkî birêveçûna hilbijartina pêşwext dike, serdana Hewlêrê dike.

Derbarê danûstandinên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê li ser beşa budçeya Herêma Kurdistanê û proseya dengdanê li ser budçeya federalî ya 2021ê, Serokwezîrê Iraqê dibêje: “Têbîniyên hemû fraksyonên Parlamentoyê, li ser proje-yasaya budçeyê, serrastkirina projeyê û bendên taybet bi Herêmê hebûn, hemû jî bi astên cuda hevkar bûn bo derbaskirina nakokiyan û gihîştina wê teksta ku hat pesendkirin, bêgûman nabe rola Serokê Parlamentoyê û her du cîgirên wî jî jibîr bikin, şanda danûstandinê ya herêmê jî bi dirêjahiya sê mehan danûstandin ligel serokên fraksyonan û hersê serokatiyan kir bo gihîştina wê teksta ku Parlamentoyê pesend kir.”

Mistefa Kazimîeşkere kir û got: “Iraq hewl dide bo wêya bibe xala pevgehiştin û temamker li navçeyê, ku ji ber astengan gelekî naland, niha jî derfetek heye bo anîna aramiyê li wê navçeyê bi rêya girîngîpêdanê.”