Kazimî Newroza Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî Cejna Newrozê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyama xwe ya pîrozkirina Newrozê de, hêviya cejneke aram ji tevahiya gelê Kurdistanê re xwest û got, ew xwazyar e ev bone bibe cihê aramî û xweşiyê.
Kazimî herwiha tekezî li yekrêziya tevahiya pêkhateyan û parastina destkeftên niştimanî li Iraqê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin