KCKê derbarê rêkeftina Tirkiyê û Rûsyayê daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê rêkeftina Tirkiyê û Rûsyayê ya li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew wê rêkeftinê red dikin.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, rêkeftina Amerîka û Rûsya yên yên bi Tirkiyê re bêyî vîna Kurdan hatine kirin û nayên qebûlkirin.
KCK hebûna hêzên Rûsya û Sûriyê ya li ser sînor qebûl dike, lê dibêje, vakişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û dewriyeyên hevbeş ên hêzên Tirkiye û Rûsyê ya li ser sînor nayêne qebûlkirin.
Herwiha KCK tekez dike HSD dê bi berxwedaniyeke dîrokî bersiva rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê bide.
22ê Cotmeha 2019an Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçiyê rêkeftineke îmze kiribû, yek ji xalên wê jî ew e ku hêzên HSD/YPGê 30 km. ji sînor vekişin. Herwiha piştî vekişîna HSD/YPG jî, Rûsya û Tirkiyê dê dewriyeyên hevbeş encam bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin