Kemal Etrosî bi fermî bû Wezîrê Samanên Sirustî yê Kurdistanê

06 January 2021 15:40 0 dîtin
Kemal Etrosî bi fermî bû Wezîrê Samanên Sirustî yê Kurdistanê

PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê îro 6ê Çile, ji bo dengdana baweriyê ya namzedê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê wezîrtiya samanên sirûştî civîya.

Di civîna parlementoyê de, dengdan li ser namzedê wezareta samanên siruştî Dr. Kemal Etroşî hat kririn û Kemal Etrûşî wekî wezîrê samanên siruştî yê hikûmeta Kurdistanê hat pesendkirin.

Hat zanîn ku Etroşî 81 deng bi dest anî û piştî sondxwarina li Parlamentoya Kurdistanê, bi fermî bû wezîrê samanên sirûştî yê Kurdistanê.

Kemal Etroşî ji PDKê 45, ji YNKê 17, ji Tevgera Goran 7 û ji pêkhateyên din ên parlamenê jî 11 deng wergirtin û bi tevahî bi 81 dengên belê bû wezîrê samanên siruştî yê Herêma Kurdistanê.