Wezîrê Samanên Sirûstî Dr. Kemal Etrûsî dev ji kar berda

26 May 2022 10:58 0 dîtin
Wezîrê Samanên Sirûstî Dr. Kemal Etrûsî dev ji kar berda

PeyamaKurd – Wezîrê Samanên Sirûştî Dr. Kemal Etrûşî, ji ber necîgirbûna rewşa tendirustiyê dev ji kar berda û Serokê Hikûmetê destjikarkişandina wî pesend kir

Li gor Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Di heyama borî de rewşa tendirustî ya Wezîrê Samanên Sirûştî birêz Diktor Kemal Etrûşî ne cîgir bû, ji ber wê jî çend caran bi mebesta çareseriyê, molet wergirt, niha jî dubare wî ji bo wergirtina çareseriyê bi niyaz e serdana derve bike û proseya çareseriyê jî pêwîstiya wê bi demeke zêdetir heye, ji ber wê wî bi daxwaza xwe destjikarvekişanda xwe arasteyî cenabê Serokê Hikûmetê kir.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ji bo ku amadenebûna birêz Diktor Kemal Etrûşî, bandoreke nerênî li ser karûbarên wezaretê neke, Serokê Hikûmetê destjikarkişandina wî pesend kir û biryar da ku ew wek Şêwirmendê Serokê Hikûmetê ji bo karûbarên enerjiyê li gor karîn û rewşa wî ya tendirustî di xizmetê de berdewam be. Di heman demê de Wezîrê Elekirîkê Kemal Mihemed Salih bi wekalet karûbarên Wezareta Samanên Sirûştî bi rê ve bibe.”