Wezîrê Samanên Sirûstî yê Kurdistanê, bi awayê demkî dest bi kar kir
PeyamaKurd-Hat ragihandin ku Wezîrê Samanên Sirûştî yê Kurdistanê yê ku bi awayê demkî hatibû diyarkirin, îro bi awayê fermî dest bi karê xwe kir.
Di rojên borî de Wezîrê Samanên Sirûştî yê Kurdistanê Kemal Etroşî, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê daxwaza destjêberdana kar kiribû û daxwaza wî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû qebûlkirin. Hat ragihandin ku di cihê Kemal Etroşî de Wezîrê Elektirîka Kurdistanê Kemal Mihemed Salih, bi awayekî derbasdar hatibû erkdarkirin.
Hat zanîn ku Kemal Mihemed Salih, wekî Wezîrê Samanên Sirûştî yê demkî hatibû hilbijartin, îro bi rê û resmên fermî, dest bi kar kir. Hat zanîn ku di merasîma destbikarbûnê de Serokê Dîwana Encumena Wezîran, Umêd Sebah jî amade bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin