Kemal Kiliçdaroglu car din bû serokê CHP ê

25 July 2020 20:38 0 dîtin
Kemal Kiliçdaroglu car din bû serokê CHP ê

PeyamaKurd- Partiya Tirkiyê CHP di 37. Kurultaya xwe de, bi yek namzedekî kete hilbijartinê û bi dengên 1251 delegeyan serokê berê Kemal Kılıçdaroğlu car din bû serokê giştî yê partiyê. Di hilbijartinê de 67 deng hatin betlakirin. Dengdana serokatiyê vê êvarê siet di 18.15 an de qediya.

3 kesên din ku namzed bûn, bi sedema ku têra xwe nikaribûn îmzayan bicivînin, nikaribûn bibin namzed û bo cara 7 an jî Kemal Kılıçdaroğlu bû serokê giştî ya partiya Komarî CHP ê.

Bo endamtiya meclisa partiyê bo seredanê dikarin siet di navbera 17.00-19.00 de û sibê siet di navbera 08.00-10.00an de seredana xwe bikin.