Kerkûk | Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 5 dibistinên Kurdî nûjen dike

09 August 2024 16:27 0 dîtin
Kerkûk | Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 5 dibistinên Kurdî nûjen dike

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) 5 dibistanên girêdayî xwendina Kurdî li Kerkûkê yên ku bi ser Wezareta Perwerdeya Iraqê ve ne, nûjen dike.

Hate ragihandin ku niha zêdetirî 100 karker û karmend li 5 dibistanên xwendina Kurdî ji bo nûjenkirinê kar dikin.

Serperiştê projeya nûjenkirina dibistanan Nasir Mihemed li ser xebatên nûjenkirina dibistanan daye xuyakirin, li dibistanan av û avrêj bi temamî hatine dabîne kirine û guhertin, karê elektrîkê temam bûye û her pênc dibistin wê li van nêzîkan temam bibin.

Biryar e Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bilî nûjenkirina dibistanan, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re hewcedariyên xwendinê jî li ser xwendekaran belav bike.

Berpirsê Pişka Pêwendiyan li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Barzanî Elî ji K24ê re gotiye: “Gelek projeyên din jî hebûn, wekî parvekirina çanteyên dibistanan û qelem û defteran, ku her sal li destpêka sala xwendinê li ser xwendekaran tên parvekirin û em li ser parvekirinê berdewam in jî.”

Hêjayî gotinê ye, li Kerkûkê zêdetirî 500 dibistan û baxçeyên zarokan hene ku girêdayî xwendina Kurdî ne. Li Kerkûkê xwendina Kurdî yekane dezgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, karnameya xwendinê girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê îdarî jî ve girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê ye. Lê belê Hikûmeta Iraqê ti alîkariya xwendina Kurdî li Kerkûkê nake.