Kerkûk | Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wê dibistan û baxçeyên zarokan nûjen bike

17 July 2022 16:55 0 dîtin
Kerkûk | Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wê dibistan û baxçeyên zarokan nûjen bike

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) 100 hezar dolar ji bo nûjenkirina 10 dibistan û baxçeyê zarokên xwendina kurdî yên li Kerkûkê cuda kir.

Beşa Xwendina kurdî li Kerkûkê îro Yekşemê 17ê Tîrmehê eşkere kir, Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê Mamosta Şêrzad Reşîd Kake li ofîsa xwe pêşwazî li berpirsê ofîsa Kerkûkê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di vê hevdîtinê de berpirsê beşa program Berzan Elî armanca serdana xwe ya ji bo rêveberiya xwandina kurdî eşkere kiriye û ragihandiye ku di bernameya wan de 100 hezar dolar pere ji bo nûjenkirina dibistan û baxçeyên zarokên xwendina kurdî heye û 10 dibistan û baxçeyên zarokan dê bi wî pereyî nûjen bikin û hemahengiyê ligel xwendina dibistanên kurdî û baxçeyan bikin.”

Herwiha hat gotin ku nûjen kirin jî boyaxkirin û çêkirina derî û pencereyan, av û kanalîzasyon û elektrîka wan dibistanan li xwe digire. Li beranber de jî rêveberê xwendina kurdî spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hêviya serkeftinê di karên wan de xwest.