Kesê ku gotinên kirêt bo Basak Demirtas kiribûn hat girtin

16 June 2020 17:48 0 dîtin
Kesê ku gotinên kirêt bo Basak Demirtas kiribûn hat girtin

PeyamaKurd – Kesê ku ji bo hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş gotinên kirêt li ser twitterê parve kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Kesê bi navê Vedat M. piştî bertek û nerazîbûnên zêde li ser medya civakî, bi biryara serdozgeriyê li bajarê Sakaryayê hatibû binçavkirin.

Ew kesê ku bixwe endamê AKPê bû, îro ji aliyê Dadgeha Cezayê Sûlhê ve biryara girtina wî hat dayîn û şandin girtîgehê.